Ji Mevrekê heta Şîkagoyê: Serpêhatiya du Seyadan

Nivîskar Wezîrê Eşo bi vê serhatiya xwe xwendevanan dibe kûrahiya beşeke dîroka bajarê Qers, Dîgor û gundê Mevrekê, têkiliyên kurd û Amerîkayê.

Abone ol

Ev berhema Wezîrê Eşo (1934 -2015) di sala 1971an de di rojnameya Rêya Teze de hatiye weşandin.[1] Di vê serhatiyê (hikyat) de jiyana du Seyadên ku navên wan yek in, gundê wan û qedera wan yek in, heye. Herdu jî di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem de dê û bavên xwe dema salên rev û bezê de di rê de winda dikin. Ew ji gundê Mevregê bûne (gundekî Dîgorê/Qersê). Êdî nikarin hev bibînin. Seyadê ermen paşê ji ber nexweşiyê dimire, Seyadê kurd jî xwe li Amerîkayê dibîne û li wir mezin dibe. Seyadê kurd paşê dibe hemwelatiyê Amerîkayê û qasî 40 salan li bajarê Şîkagoyê dimîne. Ev serpêhatî ji devê Seyadê Kurd tê vegotin.

Di dawiya serhatiyê de Seyadê kurd (Seyadê Felemez) biryarê xwe digre piştî van salên dirêj li Amerîkayê vegere welêt. Navê serhatiyê “Kesera Weten” ji vê hesreta nevemirî ya welêt tê. Rojekê dema ku Seyad li Amerîkayê li bal hevalê xwe yê ermen Aram e, ev hevalê wî di rojnameke ermenî de dibîne ku bav û dêke bi navê Harût û Şûşanîk kurê xwe yê bi navê Seyad ku berî salan windabûyî digerin. Tavilê hevalê wî yê ku bi heman navî Seyadê ermen tê bîra wî, serpêhatiya zaroktiya wan tê ber çavan. Seyadê kurd piştî vê xeberê gelek şa dibe, dixwaze di nav demeke kurt de xwe bighîne vê malbatê, belkî ew bi alîkariya wan, endamên malbata xwe jî bibîne! Hevalekî wî yê bi navê Karpîs dibe şahidê vê şabûna Seyadê kurd. Seyad hemû serpêhatiya xwe cara yekem ji Karpîs re yeko yeko vedibêje. Ev beşa, beşa here giring ya vê berhemê pêk tîne. Çawa em di destpêka serhatiyê de jî dibînin berî sala 1920an malbatên van herdu zarokan li gundê Mevrekê dimînin (li hêla Qers/Dîgorê).

Piraniya vî gundî wê demê ermen bûne, lê hin malbatên kurd jî di vî gundî de hebûne. Piştî şer û pevçûnên li herêma Qersê/Dîgorê hemû ermen, kurd û komên din yên ne-misilman ji ber êrişên hêzên osmanî-tirk dikevin rê û berê xwe didin Ermenîstanê. Di nav wan de bi sedan zarok jî hene, wek Seyadê kurd û Seyadê ermen. Di vê vê serhatiya jêrîn de jiyana van herdu zarokan heye. Ev serhatî berhemeke hesret û bêrîkirinê ye, di dawiyê de em van gotinan jî dixwînin: “Her teyrek refê xwera difire”.

Nivîskar Wezîrê Eşo bi vê serhatiya xwe xwendevanan dibe kûrahiya beşeke dîroka bajarê Qers, Dîgor û gundê Mevrekê, têkiliyên kurd û Amerîkayê. Ev serhatiya bi navê “Kesera Weten” bêgûman dostaniya ku di navbera kurd û ermenan de hebûye/heye jî derdixe pêş. Li Amerîkayê jî vê dostaniyê berdewam kiriye, çend hevalên Seyadê kurd, ermen bûne wek mînak Karpîs, Aram... Min ev serhatiya balkêş ji tîpên kirîlî kire tîpên latînî û li jêr pêşkêşî xwendevanan dikim.

Nivîsa Wezîrê Eşo bi tîpên kirîlî

KESERE WETEN

Te digot pey çil salêd reşe dirêjra bengzê[2] teze li ber Seyad vedibû, deng û hisê gundê kal û bava teze lê tesele dibû.[3] Zarotîêda ew hînî kilamekê bû, ew kilam jî kete bîra Seyad. Hilbet, sala ya xwe kiribûn: kilamêd din bîra wî çûbûn. Û çaxê ewî xwe “devgirtî” bînçikyayî xwe avîte malê, li orta otaxê reqisî û kilama xwe lîlandê, vê carê ne ku weten hate ber çeva, lê, te qey tirê[4], ew bi xwe li wir qesidî.

Ha min dîl bana, bana...
Can min dîl bana, bana...

Seyad bê hemdî xwe, tik-tenê sergovendî dikişand. Gazêtek kiribû nava pêçîê destê rastê û dewsa dezmalê rast û çep nava hewêda ba dikir. Vaye, ew li fêza mala, nava çayîr û çîmanada, ber berxê gunde. Na, ew tenê nîne. Seyadê hevalê wî jî li rexe, destê wî girtiye û herdu hevra çoka “dişkênin”. Nişkêva mîna tase ava sar ser merivdakin, Seyad xwe û kirina xwe poşman bû. Usa suclî bû, teê bigota gunekî giran kir. Ew wê demê dêrî bû[5] hevalê wî û mirina bêwa[6] kete bîrê. Seyad xûdanêda ”reş” bibû. Ewî xwe westiyayî avîte ser çarpeê.[7] Çaxê xûdan lê sar bû, pê gazêta destê xwe eniya xwe temiz kir. Ê wexta texmîn kir ne dezmale-nişkêva jî cî quloz bû, gazêta qerçimî da ser çoka xwe û bi herdu desta rast kir. Çevêd wî dîsa şabûna çirûsîn. Seyad rabû ser xwe. Vê carê ewî miqamekî lîstika Avropî pozê xweda dikire gine-gin, dor xwe dizvirî û qe texmîn nekir hevalê wî çawa hate hundir.

- Hê, hê xudê xêrke. Çi te qewimîye, Seyad?
- Wah, Karpîs, tuyî?
- Te îro ne mîna xwe hercarî, ev çi hewale, çi li te qewimîye?
- Min cara ewlin dît eşqa te wa cîye, direqisî, ew jî tenê?
- Ezê herim, ezê herim Karpîs can, ez mêvanê teyî çend rojame, -Seyad got û pêra jî herdu destê xwe stukura Karpîsra birin, tilîê herdu desta li patka[8] wî şekirin û pêva darda bû. Karpîs dikumî, lê zor-cefakî xwe zevtkir.
- Lo tê tetka[9] reşda herî,- Karpîs bi hêrs, nîvlaqirdî ber gilîê Seyadda hat, -debê[10] “firîna mirîşkê heta kadînêye”. Tê herî Fîladêlfaê, Vaşîngtonê yanê jî Nyû-Yorkê?
- Na, bra can, rya mine vê carê dûre!
- E haydê, bira heta ber devê Okêana edilîbe, em bêjin-Los Anjêlosê.
- Na Karpîs can, daha dûr,- Seyad glîê “dha dûr” diwekiland û pêra jî kaxizê destê xwe da ber pozê Karpîs dibir-danî, teê bigota dixwaze hêrsa wî rake.
- E, aqilê te çokadane. Wekî usa nînbûya te wî rû-gulîê spî,  mîna merivê sur pêketî, biketayî nava malê, tenê bilîsta û derî jî ser piştê bîhişta? De bira gangistêrek dewsa min teva derketa, minê hêja halê te bipirsîya.
- Gangistêr ne heft govek[11] bavê gangistêra jî bên min nikarin. Îro teze xûna cahiltîê[12] minva dibeze, minê tirê ez teze ber dawa dya xwe bûme[13], Karpîs!
- E, bê tu ser poçikê şîn dibî[14], îdî!
- Bira gilîê teve,-Seyad hêsa gote Karpîs.-Ez ku çûm-tê paşê bêjî “ser poçikê...”
- Rema li bavê tebe, Seyad, bese min kamçoîkî dikî, tu bêjî çika kuda diçî?
- Kuda diçim? -Ezê herim weten, wetenê kal û bava, te îcar fam kir?
- Weten?-Karpîs ecêbmayî ji Seyad pirsî.
- Erê. Hema weten, Ermenîstane, Ermenîstana Sovêtîê, -Seyad bi dengekî usa hêla kire gazî, teê bigota qey hevalê wî guha girane.
- Hema usa nişkêva?
- Erê, Karpîs, hema usa nişkêva!-Seyad got û mîna tiştekî perça dilê wî danî.[15] Ewî Karpîs hemêz kir û bir, kêleka xwe, li ser çarpeê da rûniştinê.
- Karpîs,-Seyad eşqe-eşq dest bi gilîa kir,-eme îro mala Aramda rûniştibûn, me hew nihêrî, poşta mala wan anîn. Aram gazêta “Hayrênîkî dzayn” (Dengê welêt) hilda, hinekî lê nihêrî û nişkêva bû qîrîna wî.
- Seyad, te digerin!
- Kî min digere?-Min jê pirsî.
- Harût û Şûşanîk!

Teê bigota birûskê li qafê min da, hişê min çû û mîna merivekî sewdaserî li Aram nihêrî. Evê te jî, ez dibêm eva yeka texmîn kir, ecêbmayî, şaş û metel got:

- Çi te qewimî, Seyad? Min xweşîê xwe kirin[16], ewana Seyadekî din digerin. Ne axir tu kurdî, herçê pê zanim, ne navê bavê te Harût û ne jî navê dya te Şûşanîke!
- Na, ewin Aram, ewin, -min jêra got.
- Ew kîne axir?-Aram mida ket.
- Dê û bavê Seyadê hevalê minin, hevalê minî zarotîê, brê minî bêpar[17] û min dest pê kir, Karpîs, gilîê xwe û hevalê xwe yeko yeko Aramra kir.
- Çi gilîne, Seyad, bêje, ez jî pê bihesim?
- Ezê îro teze bêjim. Min heta nha gilîê xwe û hevalê xwe hê tu qûl-bendera nekiribû, çimkî ez bûme sebebê Seyad, rûê minda ewî dê û bavê xwe unda kir, min jî pêra. Min tirê ez nînbûma, nha ew saxbû, lema jî îsafa min ez dikewgirandim[18]. Min taqet nekir hevalara gilîê xwe tam bikira. Îro îdî dem hatye, ezê bêjim.
- Heta sala 1918a berî revê mala me û çend malêd kurda gundekî ermenîya, Mevrekêda diman. Ew li qeza Qersê, nehîya Dîgorê bû. Gundekî xweş bû, tê bîra min, ezî wekî 10-12-e salî bûm. Ez û Seyad berxwanê mehela me bûn...
- Seyad kîbû? Karpîs navbirî da gilîê hevalê xwe, ez hê ser nakevim, ne axir tuyî Seyad.
- Sebirbike, sebirbike, ezê bêjim Seyad kîbû.

Kesereke kûr rahîşt bîna xwe stend û got:
- Seyad hevalê minbû, malêd me cînarê hevbûn. Dîwarê me û wan yekbû. Wî çaxî wusabû. Çaxê ez ji dya xwe dibim, Seyadê hevalê minî ermenî yeksalî bû. Apê Harût û meta Şûşanîk perçê xas, kişmişa û qende şekir ji dikana gund dikirin û têne çevronaya mala me. Hema wê rojê jî qirar dikin, wekî navê kurê apê Harût li minkin. Bona me ji hevdu cuda bikin, neferê malê me minra digotin “Seyadê çûk”, lê hevalê minra “Seyadê mezin”. Lê gundîya digotin Seyadê Feremez, Seyadê Harût,. Ne mala me firqîya min û Seyad datanîn, ne jî mala wan. Em mîna hevalcêwîya bûn.
Pey van gilîyara Seyad ker bû û mîna çevê mêriv rê bikşîne, dîwarê pêşber nhêrî. Emekî ew wusa ma. Karpîs jî ker bibû û li sifetê wî dinhêrî.
- Paşê?..
- Paşê... Paşê şer destpêbû, zarotîya min û Seyadê zêrîn jî xelas bû...Ez dibêm sala 1920î bû. Em berbi Gumrîê, Êrêvanê direvîn. Gundîê me, mala me û Seyad bar kirin û em hatin ber devê Ava Reş. Şevereş bû. Koreqedêra[19], mîna deh heva minra bêjin: “Seyad hilde û hinekî ji koça biqetin”- Ez û Seyad ji zare-zara çûk û mezina, qalme-qalma muxûlqet aciz dibûn. Hew me nhêrî bû qirçe-qirça gulla. Ez bêjim deh hezarbûn, tu bê-bîst. Tev li hev qelibîn. Wê şevareşêda qûje-qûjê, qalme-qalmê erd û ezman hildabû. Me kir gazî, nekir gazî-ser koça venebûn...Nava wê hewarzêda kê dengê me tifalê hêsîr dibihîst? Wê şevê gelek meriv roda çûn, çêmda xeniqîn. A, usa, nizam rûê mindabû, yan na -ez û Seyad unda bûn...û heta ketin Sêwîxana Gumirîê. A li vira destê min û Seyad heta-hetayê ji hev qetya.

Rojekê, nişkêva reng li Seyad çû û xwe avîte erdê. Min çû gazî dersdara kir. Doxtr jî hat û Seyad birin. Çendekî şunda ez pê hesiyam, wekî Seyad xolorê ketye û miriye. Min mezelê wî jî nedît. Pey Seyadra hêja ez tenê mam sêfîl û stuxar. Pey vê yekêra em anîne Amêrîkaê. Û bi vî teherî ez bûme bajarvanê Çîkagoê...

- Usane, ewê li Seyad digerin û “Hayrênîkî dzayn” nivîsîye, ew dê û bavê hevalê tene?
- Erê, hema xût ewin!
- Îcar tu dixwazî herî, bigîhîjî wan?
- Erê Karpîs, ezê herim, bigîhjme wan kal û pîra, bira hinekî dilê wan hêsabe, ewê bîna Seyadê xwe ji min hildin. Dibe ku dê û bavê min jî sax mabin yanê jî xûşk û birêd min. Diniqite dilê min, ezê ese wana bibînim. Eger ez wana nebînim, xwe min dê û bavê hevalê xwe dîne. Nha, bê fitîya[20], gundîê me jî li wir hene, merivê alîê me û gundê cînar û keser hate Seyad...

Ew rabû ser pya, wekî pencerêra binhêre, lê nişkêva berê xwe wê guhast û Karpîsra got:
- Karpîs, ez qe naxwazim derva binhêrim, ez îdî ji dîndara[21] van tamêd Çîkagoêye reşe-blind têr bûme. Min hew tirê ev avayêd terikî wê li min bêne hev û ezê orta wanda bifetisim.
- Lê te heta nha çawa teyax dikir?
- Ez jî qet nizanim, Karpîs. Besê ez ji emrê vir  îdî têr bûme, min Amerîka jî temkir, min saxlemîya xwe jî unda kir...
- Lê tu dibêjî ezê herim,-Karpîs ber gilîê Seyadda hat,-îcar tê bi wî dilî çawa hewa xwe biguhêzî[22]?
- E, bira bê guhastin!
- Axir dil dikare teyax neke?
- Wê heta wira teyaxke?
- Hilbet!
- De ew jî bese,- Seyad bi dilekî baristan[23] got,-wê şunda diteqe jî, bira biteqe, “her teyrek refê xwera difire”. Em ji refa qetîyayibin, bese, em xerîbîyêdabin, bêxweyî û bêxudanbin.
- Raste, gilîe teye.-Karpîs qaîlîya xwe da gotina Seyad.
- De wekî usane, Karpîs can. Zû bike, brê xwe verêke, taba[24] min tune. Axir evê gazêtê agirê dilê minî ku bibû antêx[25]-gur kir. Ez îdî vira teyax nakim. Zû bike bra can, min verêke.
- Ser çevê min, Seyad can. Tu xema neke, -Karpîs ber dilê Seyadda hat, xatirê xwe jê xwest û çû.
Pêlekê-duda şunda, frinda[26] têda, berê xwe dabû Tfaqa Sovêtîê.[27]

Jêrenot:
[1] Wezîrê Eşo, Kesera Welat, Rya Teze, 27-1-1971.
[2] Rû, dêm, reng û rû.
[3] Diyar dibû.
[4] Te qey digot.
[5] Şaş û metel ma, zendegirtî bû.
[6] Bêyom, bêwayîk.
[7] Karyole, textê razanê.
[8] Korta di stuyê mirov de.
[9] Wek cehenemê.
[10] De bêje.
[11] Binemal, nifşe.
[12] Ciwantî, xortanî.
[13] Ji dîya xwe bûme.
[14] Tu ji nû ve têyî dinê
[15] Hêrsa wî derbaz bû.
[16] Min henekê xwe kirin.
[17] Ango, birê ku nayê parkirinê, yê herî hezkirî.
[18] Deng û girîyê ku kezeba merivan dişewitîne, kedirandin, xemgîn kirin.
[19] Ji şansê xirab, ango ji qedera kor.
[20] Bê şik.
[21] Ji dîtina.
[22] Hewa xwe guhêrandin.
[23] Bi dilekî kêfxweş, şa.
[24] Sebr, tahamul.
[25] Gotineke ermenî ye, tê wateya agir-alav.
[26] Balafir, teyare.
[27] Wezîrê Eşo, Kesera Welat, (Rêya Teze, 27-1-1971). Ev serhatiya bi wergera Zehra Ayman dê di nav demeke kurt de bi tirkî jî derkeve.