Ji Kubarê jimara çarem: Bi Kubarê bêhna xwe fireh bikin
Jimara çarem ya Kubarê derket. Kovara Kubarê ya modeyê bi awayekî dîjîtal bi hejmareke nû û rengareng li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovar ji bo hunermend Eyşê Şanê bi bîr bînin cih dane jiyana wê.
DUVAR - Di hejmara Kubarê ya nû de bi stranbêja ciwan Rojbîn Kizilê re li derheqê wê û Fehîmayê da hevpeyvîn hatiye kirin. Herwiha di kovarê de bi modevana Harman Zêro re li ser modevaniya wê hatiye axaftin.
Di kovarê de cih dane xemla jinan ya li dengbêjiyê, stres, çêkirina çay û xwarinan, helbest, şêwaza salên 70yî, girîngiya bihîstinê û Kurdish Women Podcast.
Ji bo hejmara çarem ya kovarê hûn dikarin li vir bitikînin: https://kubarkovar.wordpress.com/2021/01/15/kubar-4/
Navnîşanên medyaya civakî ya Kubarê;
Twitter: KUBAR
Instagram: kubar_ekovar