Ji bo kitêb û kovarên kurdî epirtuk.com ava bû: Bila kurdî li dîjîtalê de jî hebe

Endazyarê nivîsbarî Mesût Bîlîr, derbarê xebata xwe ya 'epirtuk.com'ê de dibêje; “Dema ez tiştekî bo kurdî çêdikim, kêfa min pê re tê. Armanc, xizmeta zimanê kurdî ye."

Abone ol

DUVAR - Li welatên xerîb, bidest xistina pirtûk û kovarên kurdî pir zor e. Lê niha xebateke nû hat amade kirin. Malpera ku aliyê Mesût Bîlîr ve hat amade kirin, li her derê dinyayê ji bo kesên ku bixwazin li ser kurd û kurdî bixebitin û lêkolînan bikin dibe pire. Bi vê xebatê êdî li her derê yên ku dixwazin xwe bigîhînin berhemên kurdî, dikarin li ser malpera epirtuk.comê bidest bixin.

Armanca vê xebatê, bi nivîsbarî û bi hişkalavên nûjen xizmeteke biqalîte pêşkeş bike. Bi vê projeyê ve kesên ji pirtûkên kurdî dûr in û nikarin bi lez û bi rihet bigêhîjin pirtûkan, êdî dikarin bi rihetî xwe bigêhîjinin. Di daxuyaniya ku ji bo danasîna malperê de hatiye belavkirin, wiha tê gotin: “Em ji bo weşanxaneyan bi vê projeyê ve wek mesrefên çapê, depoyê û kargoyê ji holê radikin. Xwîner û pirtûkan nêzî hev dikin, mesrefan jî kêmtir dikin.”

'LI KUDERÊ ÎNTERNET Û TELEFON HEBE, DIKARIN BIXWÎNIN'

Endazyarê nivîsbarî Mesût Bîlîr, ji bo amadekirina malpera epirtuk.comê dibêje; “Me nêzîkî 65 kitêbên Nûbiharê weşandin. Kovarên kurdî yên gotine erê ,dişînin jî hene. Hinek weşanxane dibêjin emê temaşe bikin. Ewana jî dixwazin biweşînin lê dixwazin pêşiyê hinekî lê binêrin ka wê çawa bibe. Arman hemû weşanxane û kovarên kurdî ye. Ev peyder pey yê tijî be. Heta destê min hat, min bingeha malperê baş çêkir. Sîteyek wekî Amazonê ye. Tu çawa dikevî wana, wisa jî dikarî têkevî vê malperê. Kitêba dikirî, dibêjêrî û hewd. Her kitêbê dikarî qasî deh rûpela bixwînî. Piştî deh rûpela tu paşê kitêbî dikirî, dikeve hesabê te. Li kuderî înternet û telefon hebe, tu dikarî li wê derê bikevê malperê.”

'ARMANC XIZMETA KURDÎ YE'

Her wiha Bîlîr bal kişand ser îndeksa malperê. Li gorî Bîlîr, yên ku bixwazin derbarê mijarekî de bixebitin, dema navê wê dinivîse, di kîjan waşenxane û kovarê de li ser wê mijarê çi xebat hatibe kirin, hemû rêz dibin. Bîlîr wiha got: “Dema ez tiştekî bo kurdî çêdikim, kêfa min pê re tê. Armanc, xizmeta zimanê kurdî ye. Bila li dîjîtalê de jî hebe. Ya din jî, bo lêkolînera. Gellek kovarên kurdî hene, nayên firotan. Ev, wana dixe bin baskê xwe. Dibêje werin vê derê, kovarên xwe vêderê de biweşînin. Dibe alternatifek. Hinek hene kitêba dinivîsin lê nikarin çap bikin. Bo wana jî baş dibe. Min ji bo kovaran bi hemûyan re xeberda, sedî 80ê gotin erê. Di her kovarê de îndeks heye. Sîstemê de ewa jî tê barkirin. Lêkolînerek dikare bikeve wê derê, mînak lêkolîner dema navê Memê Alan wir de binivîse, çend kovar, çend kitêb, kîjan weşanxanê de çi hatiye kirin, hemû pêşiya wan rêz dibe. Armanc ne aborî ye, armanc bila millet bikarbîne.”