Bi destê gulberojan bo dayîka Dêranê

Kulîlkên heft reng xwe hênik dikin li zozanan. Çiyayên me yên sotî baran rakirine dansê. Bayê xemgîn ewran diqelêbe ber bi Silîvana te ve.

Selim Temo stemo@gazeteduvar.com.tr

Dayîka Dêranê,

Tu zanî piştî mirov dibe dê yan bav, êdî mirov bi day û bavîtî tê naskirin. Jiyana zarokan dest pê dike, a meriv dibe nobedariya wan.

Pêçiyên wan hene, çav û birû, deng û dahatû. Ha ku te dît ji nav zeviya jiyanê bilind bûn, baskên xwe yên qerimî hişyar kirin û firîn.

Lê te zarokên baskşikestî rayî serdestan dan. Zarokên hespa wan bi tenê vedigere. Zînî vala, zengo bi xwîn.

Rastî tazî ye, lê divê carina bê gotin ka çi ye, çawa ye. Li ciyê ku her kes li ser guhê xwe raketibû... Ne lehengî bû ya te, bi olana wêrekiyê bilind nedibû. Weke loriyeke ku tu dê di guhê Dêranê de bilorînî.

Li warê ku hovîtî lê diçêre. Warê duyem car tê dagirkirin. Serdestan keysê li me anîn, em têr êşandin. Gava olana lorîna te dihat ji wê tarîtiyê. Xwîn herikî ji derazînkên bajaran.

Êdî tu û Dêrana xwe ne. Beriya were dinê te bo wê qederek çêkir bo qedereke çêtir. Êdî dor a te ye. Tu jî zaroka xwe derxe ji nav parsûyên xwe. Bila li ser daregulan mezin bibe. Li esmên bifire. Tu û Dêrana xwe. Kesek nîne hêz û alîkariyek bide te. Ji ber ku te navê û hêzek ser hêza te re tune.

Vê nameyê li ser rêya Çewligê dinivîsim bo te û Dêrana te. Zoveser, Rûtik, Mereto, Şerefdîn û Deşta Mûşê li pişt baranê ne. Kulîlkên heft reng xwe hênik dikin li zozanan. Çiyayên me yên sotî baran rakirine dansê. Bayê xemgîn ewran diqelêbe ber bi Silîvana te ve.

Li kilama “Dêran” godarî dikim. Şakiro, olana dengê birûskê dipelîne. Lehengên çargurçik tên ber çavê min ku “zînî vala zengo bi xwîn e.” Ax dikeve dilê min, ku sewta te jî sewta kewa mê ye hey wayê.

Hovên serberdayî hêlîn xera kirin. Çi bêjim? Ez bêjim bihar hat û birîn dicebirin, dê dîwar li min vegerînin şeva pêşîn a zindanekê. Min nîne hêzek, şîretek ku bidim an bişînim bo te. Weke dareke behîvê ya li bin baranê, hêviya xweşiya te û Dêrana biçûk dikim. Mertalê min zengarî, gulên min çilmisî; li ber deriyê Dara Hinê me.

Kesî bavê Dêranê nedît. Hûn weke hin ketiyan derneketin hizûra xêrnexwazan û we lavahî nekirin. Bavê Dêranê weke siyeke nediyar li pişta we rawestiya. Ji ber ku ev “çîrok” a te û Dêrana te ye.

Li ser herdu lingan sekinî bi çavên koçerî. Te dil bi ser da, rakir cerg û enî. Makekew î, li ber Behra Wanê dixwînî.

Min ji Çewligê berê xwe da Deşta Mûşê, warê Dota Gurcî. Welat her diçe firehtir dibe. Bibihîse. Dil ji ber sekerata radibe û dest bi firê dike. Eniyên qemer dibiriqin, av li guşiyan digere. Bihara Dêranê ye.

Geliyê Bedlîsê silav dike li we. Behra Wanê silav dike li we. Sîpan silav dike li we. Li welatê demê, dengekî bilind dikemile bo te, Dêrana te û Siyabendê te.

Sed şabaş ji we re.

Tüm yazılarını göster