2024: Lez û nediyar

2024 bi lez û nediyar bû. Salek dijwar me li pey xwe hişt. Wek evînên destanî em di wextên dîrokî de jî derbas bûn.

2024: Lez û nediyar
Wêne: Arşîv
Google Haberlere Abone ol

Pirsa ku 2024 çawa derbas bû çaxê min ji xwe pirsî min dest bi vê nivîse kir. Qayîl bûm ku nediyar û bi lez û bez derbas bûye. nediyar bû çimkî pêşaroj di nav halla hallayê û hahoyê dabû. Dem dema kaosê ye. Anarşîzma kaosê jê cuda dikim çimkî kaosa anarşizmê rê li ber her tiştî vedike, ev kaosa ku destên serdestan pêk tê aloziyê, propagandaya reş e. Bi lez derbas bû çimkî me xwe negîhiştand gelek tiştên hêja û çend roj paşiyê em ê ji 2025an re bêjin merheba. Wext wek avê derbas dibe, di vê wextî da tovên çanda dijmîniyê jî hat avêtin û hêdî hêdî ji xwe re cîh çêdike. Ev tovên dijminî miheqeq ew ê pêşî xwediyê xwe bixwe. Korbûn her derê teslîm girtiye, hişê têkçûyî dixwaze her dewerê bixwîn û zilmî bike bin kontrola xwe.

2024 bi lez û nediyar bû. Salek dijwar me li pey xwe hişt. Wek evînên destanî em di wextên dîrokî de jî derbas bûn. Şer û pevçûn ne îsal belkî bi dehan salan zêdetire hikma xwe li Rojhilata Navîn û derdora wê birê ve dibe. Kurdan dîsa liberxwedan wek salên din. Bi her erîşî bêhtir û xurttir bûn, agirê dilê wan bi hêviya azadiyê bilind û hartir bû. Dayik û xwişkên me li qadên bajarên welêt û yên din dengê xwe û welatiyan gihaştandin dinya alemê. Bi hemû dorpêçandina xêrnexwazan weşanxaneyên kurd li ser her cureyî berheman weşandin.

Ji 120î zêdetir pirtûkên kurdî hat astengkirin û destdayîna wan bi rêya dadgehên tirk pêk hat. Nivîskar, helbestkar, lêkolînerên kurd bi berhemên xwe yên nû pirtûkxaneya kurdî dewlemend kirin. Çalakiyên çandî bi hemû hêza xwe domiyan. Derfet û îmkanên axa azad û serbixwe hêdî hêdî bingeha xwe kaşî jor kir. Rê li ber rêyan hat vekirin. Atmosfera salê vêga û rojên ku bihurî nediyariyê hêma dikir. Vêga li pêşiya me çi heye û ew ê çi biqewîme kêm zêde meriv dikare derxe. Li ber welatiyên me şerek dijwar û pir alî li benda me ye, dibe em xwe bi hişkegirêkî ve bi hev re girê bidin. Çi derp û xençer were lêdan jî ew ê ji hev neçe, liberxwe bide. Helbestkar û nivîskar Şahînê Bekirê Soreklî ku ji Kobaniyê ye, helbesta wî ya bi navê “rojek tê” bi deng û mûzîka Nîzamettîn Arîç di nav klamên nemir de ji xwe re cihek taybet ava kir.

Risteyên wî vêga di jiyana welatiyan de bersivek e; “Ez qurban dayê/rojek tê/bêxem bêşer welat azad, rojek tê”. Ew roj tê li ber deriyê, bêguman derî heta serpişt vekirî nîne, keç û xortên kurdan û dostên wan bi bedelên giran ev derî nîvco vekirine, rêya ku bi can û ruhên xwe dane ber, bi destên çavxwîn û şîrekên wan ên di nav malê dane dixwazin bigrin. Dixwazin azadî nekeve nav mala me, bayê serbestbûnê bi paravanan asteng dikin, lê paravan li ber bayê tofanê ew ê çiqas li ber xwe bide, ew ê roj û pêşeroj diyar bike. Rê hatiye vekirin, li ser wê rêya ku hatiye vekirin û tiştê ku ketiye para me bibawer, bi can û ruh meşandin e.

Klama ku Mehmet Atli gotiye û helbesta Mazhar Kara de dibêje; “Ez kilê çavê te me, tu êşa dil dizanî”. Belê em hemû êşa dil dizanin. Dermanê dilan diyar e, wek ev sala bi her awayî sosret nediyariyê neda pêşiya me, miletek hevgirtî û di nav xwe de jî rengên cur bi cur e diyar dike, ferz dike. Aşkirina dilan di hişek pak û zelal pêk tê. Ev zelalbûn û pakî daxwaz û helwesta te ya li hemberî cîhanê temsîla iradeyê dike.

Ji bo edebiyeta me salek bi bereket bû. Ji aliyê nivîsa kurdî ve jî nivîsên gelek cur bi cur me xwendin. Bi rêya podcastan li ser edebiyatê, felsefeyê, soslojiyê û dîrokê gelek bername hatin çêkirin, materyalên nivîskî behtir cihê xwe girtin. Biwêjeke me de wisa tê gotin, ‘sal bi sal xwezî bi par’. Ev biwêja me bi berxwedêrên kurd betal bûye. Sal bi sal em pêş ve diçin û bi gelek aliyan ve jî em xwe xurt dibin. Par hêviyên me ketibû rolantiyê îro em bi pêş ve dimeşin. Vêga temaya me ya jiyanê bêşik “şoreş”, “berxwedêrî”, “nûbûn”, “azadî” û “serbestbûn” e. Ji xeynî wê îsal min gelek peyv di ferhengoka xwe da nivîsand. Bi rêya SZK Medyayê peyvên hatine jibîrkirin an di nav civatê de nayên bikaranîn em hînbûn. Çend mînakan em bidin di nav hevokan de ku dawiya 2024an “Xewzan”ên me gelek pir bûne. Bo tinekirina me “Hevdest”ên serdestan û xêrnexwaz bênavber dixebitin. Lê aliyek din jî “xweşber”ên welat bo serbestbûnê kar dikin, bila seata wan xweş be. Hin kes û civatok henin ku bo serdestan tenê “panîkêş”in. Hestên welatiyên me bi berxwedana Kobanê ve azadî bi “hesan”î bêhtir “bisûn” bû. 2025 ji bo miletê me ew ê zêde zehmet be lê ew ê roj xwe bêhtir hilkişe esman û ji cihê xwe neleqe…

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.  2024: Lez û nediyar - Resim : 1